Liz Truss bû serokwezîra Inglîzê ya nû
Piştî çend hefteyan rikeberiya giştalî û tijî kêşe, serê axir îro Liz Truss li dewsa Boris Johnson wek serokwezîra Inglîzê ya nû hat bijartin û ew ê ji sibe va bi fermî xebata xwe dest pê bike.
Di dengwergirtina endamên Partiya Parêzkar a Inglîzê ji bo tayînkirina serokwezîra Brîtanyayê ya nû da, Liz Trussê 81326 deng û Rîşî Sûnakî 60399 deng wergirtin û bi vî awayî Liz Truss bû dewsgira Boris Johnson wek serokwezîra Inglîz, Welz, Îrlenda Bakûr û Skotlendê.
Serokwezîra Inglîzê ya nû dê mîratbira aboriyekê be ku înflasiyona wê gihîştiye asta xwe ya herî bilind di 40 salên derbasbûyî da. Trussa ku di dewleta Johnson da wezîra karên deve bû, soz daye ku di heyama hefteyekê piştî bidestxistina berpirsyariyê da, alîkariyên zêdetir ji bo parastina welatiyan li hemberî înflasiyonê pêk bîne. Liz Truss ji siyasetvanên herî sozdar ên nêzikî Johnson e û çaverêtî heye ku siyasetên wî bişopîne.
Liz Truss ku niha dengê baweriyê yê hevpartiyên xwe li Partiya Parêzkar wergirtiye û piştî rikeberiya giran û çend mehî bûye serokwezîra Inglîzê, sibe dê biçe Skotlendê û cem Êlîzabêta Duyem da ku li ser destûra Şabanû Êlîzabêt, dewleta nû damezirîne.
Boris Johnson serokwzîrê Inglîzê yê berê piştî aşkirabûna beşdariya wî li mêvaniya ofîsa serokwezîrtiyê di heyama ku sînordariyên ji ber Koronayê di asta herî bilind da bûn, ji ber zexta dijberan ji kar hat avêtin û Liz Truss'a ku bûye dewsgira wî, mîratbira rewşeke dijwar e ku kêmbûna enêrjiyê ji ber şerê Ukraynê û înflasiyona giran, dijwartir jî dibe.