Tîrmeh 01, 2022 22:13 Asia/Tehran
  • 20 koçberan li Çola Sehrayê ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest da

Li Çola Sehrayê ya li başûrê Lîbyayê 20 koçberên jiyana xwe ji destdayî hatin dîtin.

Berdevkê Tîma Beşa Lezgîn û Alîkariya Destpêkê ya Lîbyayê Usame Elî ji medyaya herêmê re ragihand ku li çolê 20 koçberên ku di wesayîtekê de ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest dane hatine dîtin.

Her wiha li gorî  daxuyaniya ku tîmê ya li ser hesabê xwe yê civakî parve kirîye, wesayît li Çola Lîbyayê 320 km ji rojavayê başûrê bajarê Kufreyê û ji sînorê Çad’ê 120 km dur hatiye dîtin û hat ragihandin: “Tê payîn ku wesayît ji ber pirsgirêkek teknîkî di nîva çolê de maye.”

Li gorî ragihandina medyaya herêmî, tê texmînkirin ku du hefte li ser mirina van koçberan re derbaz bûbe.

Welatên Tunus û Lîbya yên li bakurê Efrîqayê ji bo bi awayekî derqanûnî li ser Derya Spî re derbasî Ewropayê bibin ji koçberan re wek rêya derketinê tê dîtin.

Serepeyv