Nîsan 20, 2022 16:36 Asia/Tehran
  •  Balefirên şêrr ji Ukraynê ra hatin radestkirin

Pentagonê ragihand ku Ukraynê ji bo hêzên xwe yên hewayî xurt bike balafirên şer û parçeyên balafiran standine. Li ser hejmara balafiran û welatên ku jê kirîne, agahî nehate dayîn.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand ku ji Ukraynê re balafirên şer û parçeyên balafiran hatine dayîn.

Hefteya derbasbûyî jî Serokê Amerîkayê Joe Bîden ragihandibû ku topên obusê ji Ukraynê re hatiye şandin.

Çek û amûrên çekan herî dawî piştî ku Rûsyayê li herêna Donbassê dest bi operasyoneke nû kir, radestî Ukraynê hatine kirin.

Ev di halekî da ye ku ev mehek e dewletên Rojavayî red dikirin ku çekên giran bidin Ûkraynê.

John Kirby di daxuyaniya çapemeniyê de got, "Îro di destê Ûkrayniyan de li gorî du hefte beriya niha hîn bêhtir balafirên şer hene."

Tê texmînkirin ku balafirên hatine dayîn balafirên Rûs Mig-29'ê ne ku Kîev ji destpêka şer ve dixwaze. Beşeke ji welatên li Rojhilatê Ewropayê xwedî van balafiran in.

Polonyayê ji destpêka meha Adarê ve pêşniyar kiribû ku di ser baregeheke amerîkî re van balafiran radest bike, lê belê Amerîkayê nedipejirand.

Serepeyv