Nîsan 13, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Serokomarê Ukrayna: Me kesekî nêzîkî Putîn girt

Serokomarê Ukrayna ragehand, wan hevalekî nêzîkî serokê Rûsya Vlademîr Putîn girtine.

Serokê Ukrayna Volodimîr Zelensky ragehandiye,  Hêzên wan duh serokê opozîsyona Ukraynayê Vîktor Medvedchuk girtine ku kesekî nêzîkî serokê Rûsya Vlademîr Putîn bû û bi destpêka şer li ukraynayê xwe veşartibû.

Zelensky her wiha gotiye, ew amade ne li hember berdana dîlên Ukraynî ji aliyê Rûsyayê ve, wî siyasetmedarê nêzîkî Putîn berdin.

Vîktor Medvedchuk yek ji dewlemendên Ukrayna ye jî û sermiyana wî derdora 620 milyon dolar tê texmînkirin.

Medvedchuk her wiha wek bavê ruhî yê yek ji keçên Putîn jî tê nasîn ji ber ku merasima mesîhîbûna wê pêk aniye.

Serepeyv