Nîsan 13, 2022 13:22 Asia/Tehran
  • Washington Post: Amerîka dê helîkopterên şer bide Ukrayna

Tê gotin ku Amerîka razî bûye helîkopterên şer bide Ukrayna da ku di şerê li hember Rûsya de bikar bîne.

Berpirsekî Pentagonê ji rojnama Washington Post re gotiye, hikûmeta Amerîka rizamendî nîşan daye bo şandina helîkopterên şer bo Ukrayna.

Wî berpirsê daye zanîn, helîkopterên ku Amerîka dide Ukrayna ji curên Mi-17 ne û ji bilî wan dê topên Howitzer jî bide Ukrayna.

Ji destpêka şerê Ukrayna ve heta niha welatên rojavayê ji wan Amerîka gelek caran çek û cebilxane dane Ukrayna. Heta welatênn ku li gor qanûna xwe di deam şer de ti çek û slahan nadin welatên di nav şer de jî ji vê qanûnê derbas bûne û çek û cebilxane ji Ukraynayê re şandine da ku li hjemberî Rûsyayê li ber xwe bide.

Serepeyv