Nîsan 11, 2022 09:55 Asia/Tehran
  • Borîs Canson li Kiyêvê di gel Zelenskî civiya

Borîs Canson serokwezîrê Brîtanyayê li Kiyêva paytexta Ukraynê di gel Vlodîmîr Zelenskî serokkomarê vî welatî civiya. Canson di vê hevdîtinê da qala alîkariyên aborî û leşkerî yên Brîtanyayê bo Ukraynê kir.

Li gorî rapora Deutsche Wele'yê, Borîs Canson serokwezîrê Brîtanyayî roja Şemiyê, 9ê Nîsana 2022an bi awayekî çaverênekirî derbasî Kiyêvê bû. Wî li Twîterê nivîsî: "Ez îro bi nîşana piştevaniya vebiorr ji gelê Ukraynê li Kiyêv di gel serokkomarê Zelenskî civiyam."

Canson her wiha gotiye, alîkariya leşkerî û aborî nîşana soza Brîtanyayê ji bo têkoşîna Ukraynê lidijî "Êrîşa Hovane" ya Rûsiyê ye.

Serokwezîrê Brîtanyayê li Kiyêvê got: Tevkujiya Boçayê li Ukraynê cîgeha Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê aloz kiriye.

Biryar e ku Brîtanya deyneke 500 milyon dolarî bide Ukraynê. Li gorî gotina rayedarên brîtanyayî, 120 erebeyên zirêhî û pergala mûşekî ya nû ya dije-keştî dê radestî Ukraynê were kirin.

Destpêka vê hefteyê jî dewleta Brîtanyayê qala veguhestina amûrên leşkerî bi qasî 100 miliyon pondî bo Ukraynê kiribû.

Hevdem di gel serdana Borîs Canson a Kiyêvê, konferanseke navneteweyî ji bo alîkariya bo awareyên şêrr ên Ukraynê, li Wersawa paytexta Polonyayê (Lehistan) hat lidarxistin.

Ûrsula Fon Dêr Layên (Ursula von der Leyen), Seroka Komîsiyona Yekîtiya Ewropayê got: Welatên beşdar di vê konferansê da soz da ku neh miliyar û 10 miliyon Euroyî alîkariya welatiyên aware û tûşbûyiyên şêrr ên Ukraynê bikin.

 

 

Serepeyv