Nîsan 09, 2022 15:22 Asia/Tehran
  • Hêzên Rûsyayê ji herêma Sumy vekişî

Serokê Rêveberiya Herêmî ya Sumy Dmytro Zyvitsky ragihand ku hêzên Rûsyayê ji herêma Sumy vekişîne. Li aliyekî din Moskow dibêje ku wê navendeke çeteyan li Odessayê tune kiriye.

Zyvitsky bi rêya Facebookê diyar kir niha herêm ji yekîneyên Rûsyayê vala ye.

Her wiha wî destnîşan kir ku dê pisporên mayînan, bermahiyên hêzên Rûsyayê bê bandor bikin. Lewra dibe dengê teqînan bê bihîstin.

Zyvitsky eşkere kir ku herêm hîna ne ewle ye, ji ber ku mayîn li gelek deveran hene.

Zyvitsky niştecih hişyar kirin ku nêzî wesayîtên leşkerî yên wêrankirî nebin.

Li aliyekî din hêzên Rûsyayê ragihand ku wê li bakurê Odessayê navendeke perwerdeyê ya ukraynayî wêran kir ku dibêje ku ew ya çeteyên biyanî ye.

Serepeyv