Nîsan 09, 2022 12:11 Asia/Tehran
  • Zelensky: Muzakere tekane rêya bidawîkirina şer e

Serokomarê Ukraynayê got: “Tenê rêya bidawîanîna şerê li Ukraynayê danûstandin e, lê danûstandinên ligel Rûsyayê hêdî dimeşin."

Şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê di 24ê Sibatê de dest pê kir û niha di hefteya şeşemîn de ye.

Ji bo bidawîkirina şer di navbera şanda Rûsya û Ukraynayê de çendîn gerên gotûbêjan hatin kirin. Tûra dawî ya hevdîtinan bi mazûvaniya Tirkiyê li Stenbolê hat lidarxistin, lê belê ji bo bidawîkirina şer hîn ji van hevdîtinan encameke berçav derneketiye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji  kanala Al-Arabia re got: "Îtalya, Amerîka, Brîtanya, Polonya û Tirkiye amade ne ku wekî garantorên Ukraynayê tevbigerin û rola Çînê di aştiya Ukraynayê de pir girîng e, lewra em hêvî dikin ku Çîn jî di nav lîsteyê van garantoran de bibe.

Zelensky got, "Eger em nikaribin herêma Donbassê biparêzin, dê Rûsya dîsa êrîşî Kîevê bike."

Zelensky her wiha Rûsiya bi wê yekê tohmetbar kir ku rê nade xwarin û derman bigihêje bajarê Mariupolê û nahêlin gemiyên Tirkiyê sivîlan ji bajêr derxin û got ku di encama êrişa Rûsyayê de nêzîkî 2000 zarokên Ukraynayî winda bûne.

Zelensky herwiha di dawî de li axaftina xwe anî: "Ukrayna poşman e ku dev ji cebilxaneya xwe ya nukleerî berdaye lê li çekên nukleerî bigere."

Serepeyv