Nîsan 09, 2022 06:18 Asia/Tehran
  • Rojava endamtiya Rûsya ya Meclisa Mafên Mirovan taloq kir… Moskov jî bersiv da

Piştî 44 rojan ji destpêkirina destwerdana Rûsyayê li ser Ukraynayê, rojava tengavkirina Moskowê didomînin. Herî dawî endamtiya Rûsya ya di Meclisa Mafên Mirovan de taloq kir.

Duh Yekgirtiya Giştî ya NY`yê (United Nation General Assembly) ku 193 dewletan pêk tê, pêşniyara taloqkirina endamtiya Rûsyayê ya Meclisa Mafên Mirovan daxist dengdayînê. 93 dewletan ev pêşniyar erê kir. Pê re pêşniyar bû biryar û endamtiya Moskovê hat taloqkirin.

24 dewlet li dijî pêşniyarê derketin û 58 dewletan jî dengê xwe bi kar neanîn.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku taloqkirina endamtiya Moskovê tedbîrek neqanûnî ye.

Wezaretê di daxuyaniyeke xwe de got: “Ev biryar, motîfên neqanûnî û siyasî ne. Armanc jî cezakirina dewleteke endamê NY`yê ye ku siyaseteke serbixwe li hundir û derve dimeşîne.”

Cîgirê nûnerê Rûsya yê li NY`yê Gennady Kuzmin ragihand ku Rûsya ji Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê ji pêncşemê ve vekişiye.

Kuzmin got: “Rûsya biryarek beriya taloqkirina endamtiya wê girt ku ji 7`ê Nîsanê ve ji meclisa Mafên mirovan a NY`yê vekişî.”

Her wiha Kuzmin destnîşan kir ku Rûsya dê pabendî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan be û dê rola di diyaloga avaker de ya têkildarî vê mijarê bilîze.

Serepeyv