Nîsan 05, 2022 19:14 Asia/Tehran
  • Îdiayên nû yên Zelensky derbarê danûstandinên Ukraynayê bi Rûsyayê re

Serokomarê Ukraynayê îdia kir ku rewşa danûstandinê bi Rûsyayê re zehmet e. Eva di rewşekê de ye ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê (24ê Sibatê) heta niha çendîn gerên danûstandinan di navbera şandên Rûsiya û Ukraynayê de li astên curbicur hatine encamdan ku nebûne sedema agirbesteke berfireh.

Roja Duşemê 4ê Nîsana 2022ê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di gotareke vîdeoyî de got “Bi hevbeşiya ligel Yekîtiya Ewropa û saziyên navdewletî bi taybetî ligel Dadgeha Tawanan a Navdewletî kar dikin daku lêkolînê li ser egera pêkanîna tawanê şer ji aliyê Rûsyayê ve bikin. Lewra niha Rûsya hewl dide tawanên xwe veşêre.”

Serokê Ukreaynayê, Rûsya bi pêkanîna kiryarên hovane tohmetbar dike û dibêje, welatî wî xwe ji bersivdana wan kiryarên Rûsyayê re amade dike. Herwiha dibêje, artêşa Rûsyayê li navçeyên Donbass û Kharkivê hejmareke berçav serbaz û kelûpelên serbazî kom kirine û ev jî pêşan dide ku ew cezayên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin têr nakin.

Zelensky îdia dike: “Zanyariyên me hene ku dibe hejmara qurbaniyên destê dagîrkeran li bajarê Borodyanka û hejmarek bajarên din zêdetir be. Li hejmareke zêde ya wan gundên derdora Kiev, Chernihiv û Sumy hatine azadkirin, dagîrkeran çend kiryar kirine ku niştecihên wan cihan herwiha di dema dagîrkeriya Naziyan de berî 80 salî jî nedîtine.”

Piştî van îdiayan roja Duşemê 4ê Nîsana 2022ê Balyozê Rûsyayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ragihand ku tohmetên Ukraynayê “çêkirî” ne û got, armanc ji wan îdiayan têkdana navê artêşa Rûsyayê û Nişandana wê bi awayekî “nemirovane” ye.

Serepeyv