Zelenesky daxwaza rawestandina êrîşa li ser Mykolaiv dike
Serokê Ukrayna daxwaz dike, êrişên li ser bajarê Mykolaiv ku dikeve nêzîkî Deryaya Reş, li başûrê Ukrayna, bên rawestandin.
Avahiyek hatiye armanckirin ku gelek kes tîda bûn, loma di bin wêranî û xirabiya avahiyê man. Serokê Ukrayna, êrîşên Rûsya şermezar dike û dibêje, divê ew şer rawestînin.
Volodymyr Zelenskyy, Serokê Ukrayna, dibêje, “Mûşekên Rûsya yek ji bajarên başûrê welat kire armanc. Bajarê Mykolaiv, bajarê dirustkirina keştiyan, bajarekî aştîxwaz, ew bajarê ku tenê xewna wî ew bû ku vegere pêgeha xwe ya dirustkirina keştiyan di Deryaya Reş de.”
Tîmên hawarçûnê, zû gihiştin wî cihî ji bo alîkariya xelkê. Kesên di avahiyê de bûn, matmayî mane.
Rizgarbûyek ji bombebaranê, dibêje, “Tiştê ku çê dibe karesat e. Keçek li heman wê qadê miriye, ku ez tê de dijiyam. Çi bibêjim? Nizanim!”
Berî destpêkirina êrîşa Rûsya li ser Ukrayna, 486 hezar kes li Mykolaiv dijiyan, lê di dema van çend heftiyên şer de, nêzîkî 250 hezar kes ji wî bajarî derketine.
Ew ên ku mane jî, kêşeya wan a kêmiya ava vexwarinê, elektrîkê, derman û xwarinê heye.
Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.