Adar 18, 2022 17:20 Asia/Tehran
  • Li Ukraynayê şer dewam dike: Zêde ji 3 milyon mirov koçber bûne

Şerê Rûsyayê li hember Ukraynayê dewam dike. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka vî şerî ve nêzî 3 milyon mirov li Ukraynayê koçber bûne.

Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja xwe ya 23’yan de berdewam dike. Vê sibehê li bajarê Lvîv ê Ukraynayê teqîn çêbûn. Şaredarê bajêr diyar kir ku êriş li ser herêma balafirgehê hatiye kirin.

Dorpêça li ser bajarê Mariupolê jî dewam dike, ku bajarekî stratejîk ê bendergehê ye. Rayedaran diyar kir ku di nava hefteyekê de 30 hezar kes ji bajêr hatine derxistin. Li gorî îdiayên rayedarên Ukraynayê, avahiya şanoyê ya ku bi sedan kes lê bûn, roja çarşemê hate bombekirin.

Şaredariya Mariupolê ragihand ku bombebarana artêşa Rûsyayê ya li ser bajêr dewam dike. Li gorî agahiyan ji sedî 80’yê avahiyên li bajêr hilweşiyane lê ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehate piştrastkirin.

Rûsyayê herêma Donbas wek qade li firînê qedexe, ragihand. Li wê herêmê Donetsk û Lûhansk hene ku bi rengekî yekalî xwe wek komar ragihandin û alîgirên Rûsyayê ne.

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî diyar kir ku herêmên esasî û krîtîk ên ku hêzên Rûsyayê hewl didin bi dest bixin, hîn jî di bin kontrola wan de ne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve 3.1 milyon mirov ji Ukraynayê derketine.

Li gorî nûçeyên medyaya rojavayî ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên dîplomatîk, Rûsyayê nekariye ji hevalbendên xwe yên mîna Çîn û Hindistanê piştgiriyê wergire. Tê payîn ku serokê Amerîkayê û serokomarê Çînê îro li ser rewşa li Ukraynayê hevdîtinekê bikin.

Serepeyv