Li Mozambîkê ji ber babilîsok 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332643-li_mozambîkê_ji_ber_babilîsok_53_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Heftiya bihurî li Mozambîkê babilîsoka Gombeyê rabûbû, babilîsokê 53 kes kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Li Mozambîkê ji ber babilîsok 53 kesan jiyana xwe ji dest dan

Heftiya bihurî li Mozambîkê babilîsoka Gombeyê rabûbû, babilîsokê 53 kes kuştin.

Li gorî bîlançoyê ku rayedarên eyaleta Nempûle dane, ku babilîsokê bi giştî ziyan dabû wir, 53 kes mirin.

Beriya niha hatibû gotin babilîsokê 22 kes kuştibûn. Lê hate diyarkirin li Lungayê ya bi ser bajaroka Mosssurîlê ya li perava Oqyanosa Hîndê 31 cenazeyên din jî hatine dîtin.

Berpirsê eyaletê Mety Gondola ji radyaya dewletê re axivî û got, ''rewşeke dramatîk e''. Gondola diyar kir tîmên alîkariya pêşî li qadên ku babilîsokê lê daye xebatan didomînin û dibe ku mirî zêdetir bibin.

Babilîsoka Gombeyê 11'ê Adarê li eyaleta Nampûla û cîranê wê Zambezîyê dabû. Babilîsokê bi hezaran xanî hilweşandin.