Adar 17, 2022 16:18 Asia/Tehran
  • Biden: Putîn cinayetkarê şer – Rûsya: Em efû nakin

Serokê Amerîka Joe Biden hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Putîn wekî “tawanbarê şer” bi nav kir. Rûsya jî dibêje, em vê yekê efû nakin.

Serokê Amerîka Joe Biden bi tundî êrişî serokê Rûsya Vladimîr Putîn kir û jê re got, ew tawanbarê (cinayetkarê) şer e.

Biden her wiha got, ew şerê bê exlaq yê ku Rûsya bi ser Ukrayna de sepandiye, dê dirêj bibe û Amerîka jî piştevaniya Ukrayna bike.

Ev cara yekem e ku serokê Amerîkayê zimanekî wiha tûj ji bo şermezarkirina serokê Rûsyayê bikar tîne.

Piştî daxuyaniya Biden, Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki got: “Biden ji dilê xwe axiviye". Lê Kremlin gotinên Biden şermezar kir û got ku ew “nayê efûkirin”.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got: “Axaftinên bi vî rengî ji aliyê serokê dewletekê ve ku bombeyên wî bûne sedema kuştina bi sed hezaran mirov li seranserê cîhanê, nayê qebûlkirin û efûkirin.”

Rûsya eva 22 roj in dest bi operasyoneke leşkerî li Ukraynayê kiriye, li gor jêderên rêxistinên ser bi Netewên Yekgirtî ve, heta niha zêdetir ji 3 milyon Ukraynî koçber bûne ku ji wan nêzîkî 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Rûsyayê di van mehên dawî de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.

Serepeyv