Adar 17, 2022 14:22 Asia/Tehran
  • Lavrov: Li Ukraynayê armanca me paqijkirina îdeolojiyên faşîst e

Wezîrê Derve yê Rûsyayê  Sergey Lavrov piştî civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand “Armanca operasyona wan ew e ku Ukrayna ji çekan û îdeolojiyên faşîst bê paqijkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlit Çavuşoglu ku di çarçoveya gotûbêjên di navbera Rûsya û Ukraynayê yên bo aşitiyê de duh 16ê Adara 2022ê serdana Rûsyayê kiribû, li Moskowa paytexta wî welatî ligel  Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê wezîrêm derve yên herdû welatan civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov amaje bi wê yekê da ku Tirkiyê li ser rewşa Ukraynayê helwêsteke, avaker nîşan dide û got “Armanca operasyona me ew e ku Ukrayna ji çek û  îdeolojiyên faşîst bê paqijkirin. Enqere siyaseteke di berjewendiya xwe de û bi hevsengî dimeşîne. Tevlî dorpêçên li ser Rûsyayê nebû.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê peywendiyên Tirkiyê û Ermenîstanê de jî ragihand “Em pêşwaziyê li pêngavên asayîkirina têkiliyên Tirkiyê yên ligel Emenîstanê dikin û em dê ji aliyê xwe ve jî xebatên hevbeş bimeşînin.”

Çavuşoglu jî diyarkir ku wan ji destpêka şerê di navebra Rûsya û  Ukraynayê de helwêsteke eşkere nîşan daye û got “Divê êdî ev xwînrijandin raweste. Ji bo ku rewş aram bibe, çi bikeve ser milê me, em dê bikin. Tevî şert û mercên zehmet ên li navçeyê jî me baweriya xwe ya bo dîplomasiyê ji dest nedaye. Em piştgitiriya hevdîtinên li Belarûsê dikin û hêvî dikin ku encameke wan a erênî hebe.”

Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê gelek ziyanên aborî bi taybet di warê geştyariyê li Tirkiyê ketine, loma bi her awayî dixebite vî ûerî bide rawestandin, neku rawestandina xwînrijandinê bibe xema wê, çûnku kiryarên wê li qirkirina xelkê sivîl û jin û zarokan li bakur û rojhilatê Sûriyê vê yekê îsbat dike.  

Serepeyv