Adar 14, 2022 08:16 Asia/Tehran
  • Euro News: Gotûbêja telefonî ya Şûltz û Makron di gel Vladîmîr Pûtîn

Emanoel Mekron serokomarê Fransayê û Olaf Şûltz (Olaf Scholz) serokwezîrê Almanyayê, nîvroja Şemiyê, 12ê Adarê, careke din li ser şerê Ukraynê di gel Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê axivîn. Di vê axaftinê da serokên du welatên ewropî daxwaza pêkhatina agirbesa bilez û bidawîanîna dorpêça bajarê Mariyopolê ji ber hegerên mirovdostane kir.

Vladîmîr Pûtîn sserokomarê Rûsiyê di vê têkiliya telefonî da hêzên Ukraynê bi sûcê "Binpêkirina giran" a qanûnên mirovdostane tawanbar kirin û ji Emanoel Mekron hevpêşeyê xwe yê fransî û Olaf Scholz serokwezîrê Almanyayê xwestiye ku zextê bînin ser Kiyêvê da ku dawî li vî karî xwe bîne. Ev têkiliya nehem a telefonî navbera Pûtîn û Mekron ji dema hevdîtina van du rêberan di roja 7ê Sibatê li Koşka Kremlînê ye.

Ev gotûbêj saetekê piştî wê yekê pêk hat ku Rûsiyê gef xwaribû ku ew ê karwanê çekên şandî yên welatên rojavayî bo Ukraynê bide ber êrîşê.

Her wiha Mekron û Scholz beriya vêya di gel Zelenskiyê serokomarê Ukraynê jî axivîn. Zelenskî ji rêberên Fransa û Almanyayê xwest ku alîkariyê ji bo rizgarkirina şaredarê bajarê Melîtopolê bikin ku çend rojan berê ji aliyê ûrisan va hatibû revandin. Ev bajar ku 150 hezar nifûsa wî ye, hefteya berê ji aliyê Rûsiyê va hat dagirkirin.

 

Serepeyv