Adar 13, 2022 17:53 Asia/Tehran
  • Zelensky: 1300 serbazên me û nêzîkî 12 hezar serbazên rûs hatine kuştin

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku di şerê Ukrayna û Rûsyayê de hezar û 300 serbazên Ukraynî hatine kuştin. Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî da zanîn ku zêdeyî 12 hezar serbazên Rûsî hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê dibêje, ji roja 24ê meha borî ve ku operasyona wan a serbazî bo ser Ukraynayê destpê kiriye, nêzîkî 100 firoke û 120 dronên Ukraynayê têkşikandine.

Îro Yekşemê 13ê Adara 2022ê Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ragihand ku ji destpêka operasyonê ve 99 firoke, 128 dron, 1194 tank û zirxpoş, 121 mûşekavêj û 443 topavêjên Ukraynayê têkşikandine.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê amaje bi wê yekê da ku îro Yekşemê hêzên wan nêzîka 14 kîlometreyan li nav Ukraynayê pêş ketine û çar bajar jî li Donbasê kontrolkirine. Lê aliyê Ukraynayê amareke din a şer belav dike.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê dibêje, heta niha zêdeyî 12 hezar serbazên Rûsî hatine kuştin, zêdeyî 350 tank, 80 helîkopter, 125 topavêj, 1150 otomobîlên veguhestina serbazan û nêzîka 60 firokeyên şer ên Rûsyayê têkşikandine.

Derbarê serbazên Ukraynî de jî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky roja Şemiyê 12ê Adara 2022ê ragihand ku heta niha 1300 serbazên welatê wî hatine kuştin. Roja 2ê Adara 2022ê Rûsyayê ragihand ku ji destpêka operasyona wan ve 498 serbazên welatê wan hatine kuştin, lê Zelensky dibêje, hejmar zêde ye û niha gehiştiye nêzîka 12 hezar kesan.

Serepeyv