Adar 10, 2022 14:04 Asia/Tehran
  •   Antalya: Civîna sêalî ya Rûsya-Ukrayn-Tirkiyeyê qediya

Civîna sêalî ya Rûsya-Ukrayn-Tirkiyeyê ku li Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat lidarxistin, qediya.

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Civîna wezîrên karên derva ya sêalî ya Rûsya-Ukrayn-Tirkiyeyê ku li Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê hat lidarxistin, qediya.

Ajansa Anatoliyê ji zarê Wezîrên derve yên Ukrayn û Rûsiyayê va wiha nivîsiye:

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba got: "Ez sipasiya Çavuşoglu dikim. Pêwendiyên ku hatin danîn hêsan kir."

"Lavrov (korîdorên însanî) soz neda, lê dîsa jî got ku wê bi rayedarên eleqedar ra der barê vê mijarê da biaxive."

"Me li hev kir ku em dîsa bi vî awayî (mîna Antalyayê) bên bal hev. Heger pêwistiya çareseriyê çêbe ez dixwazim em cardin bên bal hev."

 "Sekinandina şer di destê me da nîne. Heger dewleta ku êrîşî me dike vî tiştî nexwaze em nikarin şer bidin sekinandin."

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov: “Me piştrast kir ku pêşniyaza me ya ku rojane korîdorên însanî bên vekirin hê jî derbas dibe."

Lavrov: "Em naxwazin ku bi tu awayî rêya mizakereya rastîn bi awayekî şaş bê emilandin. Îro ev hat fehmkirin ku tu tişt ciyê mizakereyan nagire."

 

Serepeyv