Adar 08, 2022 14:37 Asia/Tehran
  • Zelensky: Rûsya derketina sivîlan ji Ukraynayê asteng dike

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky dibêje: Artêşa Rûsyayê derketina sivîlan bi rêya korîdorên mirovahî yên ku her du aliyan li ser li hev kirine, asteng dike.

Piştî liv û tevgerên vê dawiyê yên welatên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Lohanskê li rojhilatê Ukraynayê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet da . Piştî wê firokeyên şer, top û mûşekên Rûsî çeperên artêşa Ukraynayê kirin armanc.

Putîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, reaksiyonên cîhanî yên li hemberî vê kiryara Rûsyayê berdewam dike, boykotên aborî û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Li gorî rapora IRNA`yê, îro sibehê (Sêşem), Zelenskî di peyameke vîdyoyî de got: "Hêzên Rûsî li ser rêya hilbijartî ji bo veguhestina derman û xwarinê bo bajarê Maryupolê mayin bi cih kirine."

Ew dibêje: Hêzên Rûsî otobusên ku ji bo derxistina sivîlan çûne, îmhakirin.

Zelensky di vî halî de got ku Kîev dê bi Rûsyayê re danûstandinan bidomîne da ku bigihîje peymana aştiyê.

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî jî got, Rûsyayê çendîn hewlên derxistina sivîlan ji taxên Kîev, Xarkov, Donetsk û Xersonê bi rêya korîdorên mirovî asteng kirine.

Artêşa Rûsyayê duh li 4 bajarên Ukraynayê agirbesta demkî ragihand û di vê çarçêvê de Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hewla Kîev ji bo sabotekirina derxistina sivîlan dê pûç bibe ji ber ku artêşa Rûsyayê firokeyên bê firokevan ji bo kontrolkirina proseyê bikar tîne.

Serepeyv