Adar 08, 2022 11:12 Asia/Tehran
  • Sêyemîn gera hevdîtinên Rûsya-Ukraynayê bi dawî bû

Sêyemîn gera hevdîtinan a di navbera rayedarên Ukrayna û Rûsyayê de bê encam bi dawî bû. Lê tê gotin muzakire li ser agirbestê berdewam dikin.

Gera sêyem a danûstandinan di navbera karbidestên Rûsî û Ukrayna de duh roja Duşemê nêzîkî sê saetan berdewam kir û piştî civînê şandên herdu aliyan daxuyanî dan.

"Di warê korîdorên alîkariyên mirovî de geşedanên erênî çêbûn"

Şêwirmendê serokatiya Ukraynayê Mykhailo Podolyak di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de anî ziman ku 3yemîn gera danûstandina qediyaye û destnîşan kir ku di warê korîdorên alîkariyên mirovî de geşedanên erênî çêbûn.

Şêwirmendê serokatiya Ukraynayê Podolyak di derbarê hevdîtinan de ragihand “Di warê lojîstîka korîdorên mirovî de hin guhertinên erênî yên biçûk çêbûn. Lêbelê tu encamek ku dê rewşê bi girîngî baştir bike tune."

Podolyak herwiha tekezî li wê yekê kir ku 3yemîn gera danûstandina bi qasî ku rewşê çareser bike encam neanî ye.

"Biryare korîdorên alîkariya mirovî Sêşemê 8ê adarê vedibin"

Serokê Şamda Rûsyayê Vladimîr Medînskî jî destnîşan kir ku li ser vekirina korîdorên alîkariya mirovî bi berfirehî axivîne û got, "Em hêvî dikin korîdorên alîkariya mirovî ji sibe (sêşem 8 Adarê) şûnda vebin. Aliyê Ukraynayê di vî warî de temînat da me."

Medînskî anî ziman ku mijarên weke leşkerî û siyasî gotûbêj kirin, lê wekî niha axaftina li ser encama erênî zehmet e û got, "Danûstandinên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dê bidomin."

Piştî ku civîna li herêma daristana Belovejska li bajarê Bresta ku dikeve ser sînorê Belarûs, Poland û Ukraynayê hat lidarxistin,  şanda Ukraynayê dîsan bi helîkoptêrê vegeriya.

Piştî tevgerên vê dawiyê yên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet li dijî Ukraynayê da.

Pûtîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Serepeyv