Adar 08, 2022 09:39 Asia/Tehran
  • Şaredarê bajarekî Ukraynayê hat kuştin

Şaredarê bajarê Hostomel yê Ukraynayê ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hat kuştin.

Li gorî rayedarên Ukraynayê, şaredarê Hostomel Yuri Prylypko û du kesên pê re dema ku alîkariyê belav dikir ji aliyê hêzên Rûsî ve hat gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Encumena bajarê Hostomelê jî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Yuri Prylypko dema nan û derman li kesên hewcedar belav dikir hat kuştin.

Yuri Prylypko li gel du kesên din, ên bi navên Ruslan Karpenkom û Ivan Zore hatin kuştin.

Herwiha Encumena bajarê Hostomelê di daxuyaniya xwe got ku Yuri Prylypko wek “qehremanek mir” û da zanîn ku ji ber şer dê merasîma cenazeyê wî niha neyê kirin.

Bajarê Hostomel nêzî paytexta Ukraynayê Kîev e ye û li navenda şerê di navbera hêzên Rûsî û Ukrayna de xaleke sereke ya stratejîk e.

Serepeyv