Adar 02, 2022 14:57 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Rûsyayê Kherson kontrol kir û Hêzên rojavayî zexta li ser Rûsyayê zêde dikin

Rûsyayê tevgerên xwe yên leşkerî li Ukraynayê zêde kirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Kherson bi temamî kontrol kiriye. Li aliyekî din Amerîkayê û dewletên rojavayî zextên dîplomatîk û aborî li ser Rûsyayê zêde dikin.

Li gorî AFP`ê wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê dê berdewam bike heta ku armancên wê bi giştî pêk tên. Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky ji ewropayiyan xwest ku ji Ukraynayê re îsbat bikin ku ew bi wê re ne û endametiya wê di Yekitiya Ewropayê (YE) de qebûl bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî hişyarî da ku serokê Rûsyayê nizane dê çi bike. Dewletên rojavayî jî zexta aborî ya li ser Rûsyayê zêde kir.

Li gorî Rûsya El-Yewm Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Kherson bi temamî kontrol kiriye.

Wezaretê ev agahî jî parve kirin: “Hêzên me 67 nuqteyên leşkerî yên Ukraynayê bombebaran kirin. Heta niha hezar û 502 baregehên leşkerî hatin rûxandin.”

Berpirsekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê roja sêşemê got: “Ji ber pirsgirêkên lojîstîk hêza êrişkar li Kîevê rawestî. Xuya ye moralê gelek yekîneyan xirab e.”

Berpirsê ku nexwest navê wî were girtin, got ne diyar e ku karwanê leşkerî yê Rûsyayê bi xwe rawestiye yan ber bi Kîevê nekariye bi pêş bikeve.

Serokê Ukraynayê jî bang li Rûyayê kir ku topbarankirina sivîlan rawestîne û dan û standinan berdewam bike.

Zelensky ji Reutres û CNN’ê re axivî û got: “Pêwîst e herî kêm topbarankirina xelkê rawestîne. Tenê topbaranê rawestîne û piştre li ser maseya diyalogê rûne.”

Li aliyekî din Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Reznikov ji Reutersê re çarşemê axivî û got, tê payîn welatê wî moşekên Stinger û Javelin ji derve û balafirên bêmirov ên Tirkiyê pêşwazî bike.

Serepeyv