Sibat 28, 2022 21:26 Asia/Tehran
  •  Hat ragihandin ku Kompanyaya British Petroleum'ê pişkên xwe yên di Rosneftê de vedikişîne

Kompanyaya British Petroleum (BP) a Brîtanyayê xwe ji kompaniya Roseneft a Rûsî vekişand ku pişka wê têde 19.75% bû.

Rêveberê BP Helge Lund di daxuyaniyekê de got: "Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê kiryareke êrîşkarî ye û encamên wê yên trajîk ji bo tevahiya herêmê heye."

Li gor daxuyaniyê, BP ji 30 salan ve li Rûsyayê kar dike lê ev êrîşa leşkerî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê guhertineke bingehîn e, û bûye sedem ku encûmena rêveberiyê biryar bide ku hevbeşiya wan li gel Rosneft a ser bi hikûmeta Rûsya ve nikare berdewam be.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, "BP ev zêdetirî 30 sal in li Rûsyayê bi hevbeşên karsaziya Rûsî re dixebite. Lê ev tevgera leşkerî guhertinek bingehîn nîşan dide. Lijneya rêvebir a BP piştî pêvajoyek kûr biryar da ku têkiliyên wê bi kompanyaya dewletê ya Rosneft re nikare berdewam be."

BP ragihandiye ku ew ji çalakiyên din ên hevbeş bi Rosneft re jî vedikşin.

Buhayê pişkên BP di Rosneft de di dawiya sala 2021 de bi bihayê 14 milyar dolar bû.

Roja Înê 25ê Sibata 2022an û rojek piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Wezîrê Karsaz, Enerjî û Stratejiya Pîşesazî ya Brîtanyayê Kwasi Kwarteng ji serokê BP Bernard Looney re "nerehetiya" xwe li ser têkiliya bi Rosneft re eşkere kiribû.

 

 

Serepeyv