Washington Post: Koreya Bakur bo cara yekem di yek meha borî da mûşekeke balistîk a gumanbar avêt
Artêşa Koreya Bakûr heştemîn ceribandina mûşekî ya xwe di vê salê da jî cih anî. Dewletên Japon û Koreya Bakûr ev ceribandin şermezar kir, karzan texmîn dikin ku Koreya Bakûr qeyrana Ukraynê bi kar tîne û dê ceribandinên zêdetir pêk bîne û renge mûşeka ceribandî Balistîk bûbe.
Koreya Başûr û Japonê ceribandina nû şermezar kiriye û her yek civînên awarte li dar xistine. Li gorî gotina van du welatan, Koreya Bakûr weke berê biryarnameyên NY binpê kirine.Ji ber ku Japon bi awayê rasterast tu têkiliyeke dîplomatîk di gel Koreya Bakûr tuneye, nerazîtiya xwe bin rêya Balyozxaneya Japonê li Pikenê ragihandiye.Ev yekemîn ceribandina mûşekî ya Koreya Bakûr piştî rawestaneke çarmehî bû. Karzanan li Koreya Başûr ragihandiye ku vê mijarê ew nebehicandine. Ji ber ku wan pêşbînî dikir ku Koreya Bakûr di dema lidarxistina Olempîka Zivistanê tu ceribandinekê pêk neyîne.Li gorî gotina van karzanan, di halekî da ku cîhan mijûlî qeyrana Ukraynê ye, Koreya Bakûr dem jio domandina ceribandinên mûşekî guncan dîtiye.Artêşa Koreya Bakûr ji destpêka sala 2022an va heta niha heft ceribandinên mûşekî yên din jî cih anîbûn. Vî welatî di ceribandinên pêşîn da mûşekên Balistîk ên nêzikbirr, Krûz û "Derveyî- Deng" (Deng-Têper) bi kar anîbûn.