Rûsya: Ukrayna bi danûstandinên li gel Rûsyayê razî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332227-rûsya_ukrayna_bi_danûstandinên_li_gel_rûsyayê_razî_bû
Serokê Şanda Rûsyayê yê danûstandinên ligel Ukraynayê Vladimir Medinsky ragihand; Kiyev razî bûye danûstandinan bike û şanda Rûsyayê ber bi cihê encamdana gotûbêjan bi rê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2022 18:06 Asia/Tehran
  • Rûsya: Ukrayna bi danûstandinên li gel Rûsyayê razî bû

Serokê Şanda Rûsyayê yê danûstandinên ligel Ukraynayê Vladimir Medinsky ragihand; Kiyev razî bûye danûstandinan bike û şanda Rûsyayê ber bi cihê encamdana gotûbêjan bi rê ket.

Vladimir Medinsky diyar kir; di her dem û wextê de Rûsya ji bo encamdana danûstandinên aştiyê amade ye.

Li gor medyaya Rûsî, ev gotinên Vladimir Medinsky piştî wê yekê hat ku Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko pêwendiyeke telefonî ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Volodimir Zelensky encam da.

Ev di demekê de ye ku beriya viya, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky red kiribû ku danûstandinan ligel Rûsyayê li nava axa Belarusê encam bide, ji ber ku li gor gotina wî, welatê Belarusê alîkarê êrîşên Rûsyayê bûye bo ser axa Ukraynayê û zemînsaziyeke temam ji bo Rûsan kiriye, loma nabe ew welat bibe cihê danûstandinan.