Sibat 26, 2022 13:52 Asia/Tehran
  • Destûra 'Alîkariya lezgîn a Leşkerî' ya Amerîkayê bo Ukraynê hat dayîn

Serokomarê Amerîkayê destûra alîkariya lezgîn a leşkerî bo Ukraynê da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di halekî da ku roja sêyem a operasiyona leşkerî ya taybet a Rûsiyê li Ukraynê derbas dibe, Joe Biden serokomarê Amerîkayê destûrek bi mebesta raberkirina alîkariya leşkerî ya lezgîn biqasî 600 miliyon dolarî bo Ukraynê da.

Antonî Blînken wezîrê derve yê Amerîkayê tevî tekeziya li ser pêwîstiya rayedarên payebilind ên Rûsiyê li twîterê nivîsî: Em hevrê di gel hevpeyman û şirîkên xwe bi riya sepandina boykotên herî giran li dijî Vladîmîr Pûtîn, werzîrê derve û berevaniyê û alîkarê wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê, bersivdana kêmdîtî li hemberî êrîşa Rûsiyê ser Ukraynê didomînin.

 

Serepeyv