Sibat 24, 2022 16:54 Asia/Tehran
  • Ukrayna: Di êrîşa Rûsyayê de heta naha 50 leşker û sivîlan canê xwe ji dest dane

Ukrayna aşkere dike ku di êrîşa îro ya Rûsyayê li ser wî welatî de, 50 leşker û welatiyên sivîl hatine kuştin.

Şêwirmendekî Wezîrê Navxwe ya Ukraynayê ragihand, di êrîşên Rûsyayê de, heta niha 40 leşker û 10 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Artêşa Rûsya îro 24/2/2022an bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn dest bi operasyoneke leşkerî li ser Ukraynayê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihand, wan bi çekên giran jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya asmanî, balafirgehên leşkerî û firokeyên artêşa Ukraynayê kirine aramanc.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky peyamek ji gelê Ukraynayê pêşkêş kir û got, ew ji her tiştî re amade ne û daxwaz jî ji gelên Ukraynayê kir ku aram bin û li malên xwe bimînin.

Herwiha Zelensky ji ber operasyona leşkerî ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye destpêkirin, li seranserê welêt rewşa leşkerî ragihand. 

Di 21ê Sibatê de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn rexne li Rojava girt ku guh nedaye nîgeraniyên ewlehiyê yên Moskowê û got ku welatê wî serxwebûna Donetsk û Luhansk nas kiriye.

Niha ku rojavayê Ukrayna ber bi şer kişandine ji babeta leşkerî ti alîkariyekî vî welatî nakin û serokî Amerîkayê Joe Biden jî gotiye ku ez û jina xwe ji bo Ukraynayê dua dikin.

Serepeyv