Sibat 24, 2022 01:37 Asia/Tehran
  • Li Ukraynayê rewşa awarte hat ragihandin

Li Ukraynayê li gel îhtîmala şerekî pêkan rewaşa awarte hat ragihandin.

Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi daxuyainyekê li ser Facebookê got: ''Rewaşa awarte tenê têkiliya xwe bi kesên temenê wan di navbeyna 18-60'an de ye.''

Hêzên Çekdar ên Ukrayanyê ragihand ku rewaşa awarte îro dest pê kiriye û herî zêde wê salekê bidome.

Li Ukraynayê ji bilî 250 hezar kesê ku endamên hêzên çekdar ên bipergal in, 200 hezar kes jî berleşker e.

Her wiha hate gotin bêyî sedemeke maqûl kesên ku leşkeriyê qebûl nekin dê ji hêla 'idarî û cezayî' ve li ser wan were şidandin.

Serokkomarê Ukraynayê Volodmîrî Zelenskî duh gotibû rewşa awarte ne giştî ye

Serepeyv