Sibat 18, 2022 09:59 Asia/Tehran
  • Riyabkov: Rûsiyê dil tune ku êrîşî Ukraynê bike

Sêrgêy Riyabkov alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê PÊncşemiyê bi şev tevî tekeziya li ser vê yekê ku vî welatî tu biryarek ji bo êrîşa li ser Ukraynê tuneye, ji welatên rojavayî xwest ku tevgerên xwe yên dînane li dijî Rûsiyê bidin rawestandin.

Li gorî rapora YJCyê, Riyabkov her wiha tevî rexneya ji kiryarên kêşesaz ên Ukraynê ragihand: Moskoyê gelek şehedî û belge hene ku nîşan didin Kiyêv pabendî sozên xwe derbarê Lihevkirina Mînskê nebûye.

Lavrovê wezîrê derve yê Rûssiyê jî roja Pêncşemiyê tevî derewzanîna îdiayên welatên rojavayî derbarê biryara Rûsiyê ji bo êrîşa li ser Ukraynê, got: Welatên rojavayî hizra gurrkirina kêşeyan derbarê Ukraynê berfireh dikin.

 

 

Serepeyv