Sibat 15, 2022 21:47 Asia/Tehran
  • Rûsya: Propagandaya Rojava ya ji bo dagirkirina Ukraynayê têk çû

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar kir ku propagandaya welatên rojava ya derbarê êrişa Moskowê ser Ukraynayê bi sernekeft.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê nivîsî: Hin medyayên rojavayî roja 15ê Sibatê (îro) roja êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê dabû zanîn û ev roj di dîrokê de wek roja têkçûna propagandaya şer bi nav kirin. 

Zaxarova her wiha got: Ev roj di dîrokê de wek roja têkçûna propagendeya şer hatiye tomarkirin û bêyî ku gulleyekê jî biteqînin hatin jinavbirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de şeva borî şîret li medyaya Amerîkî ya Bloomberg News kir ku tobe bike, Bloomberg Newsê îdia kiribû ku Rûsya dê di 15ê Sibatê de êrîşî Ukraynayê bike.

Moskow bi berdewamî ragihandiye ku niyeta wê tune ku êrîşeke leşkerî li ser Ukraynayê pêk bîne û li garantiyên ewlehiyê digerin ku rê li pêşkeftina hevpeymaniya leşkerî ya bi pêşengiya Amerîka bigire.

Serepeyv