Sibat 14, 2022 18:12 Asia/Tehran
  •  Zelenskiy ji bo kêmkirina rageşiyê Biden vexwende Kîevê

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ji bo rageşiyê kêm bike Serokê Amerîkayê Joe Biden vexwend Kîevê.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Serokatiya Dewleta Ukraynayê Zelenskiy û Biden li ser telefonê der barê rewşa ewlehiyê ya Ukraynayê da axivîn.

Zelenskiy got welatê wan ji bo hemû rîsk û geşedanan amade ye û wiha axivî: "Em ê hemû rageşiyên dijî Ukraynayê bidin rawestandin. Kîeva paytextê Ukraynayê, bajarên din Harkîv, Lvîv, Dnîpro û Odesa ewle ne û tên parastin."

Zelenskiy ji ber piştgiriya Amerîkayê spasiya Biden kir û got heke ewlehiya welatê wan tunebe, ewlehiya Ewropayê jî wê çênebe.

Her du serok li ser mijarên hewldanên dîplomatîk yên ji bo ku hevdîtinên aştiyê dîsa dest pê bikin û mueyîdeyên Rûsyayê axivîn. 

Zelenskiy ji ber hevkariya Amerîkayê ya der barê parastinê da jî wiha got: "Em hê ne endamê NATOyê ne. Ji ber vê temînata ewlehiya welatê me artêşa Ukraynayê ya xurt e."

Zelenskiy Biden vexwende Ukraynayê û got hatina wî wê îşareteke xurt ya ji bo kêmkirina rageşiyê bide.

 

Serepeyv