Sibat 14, 2022 09:52 Asia/Tehran
  • Renge Ukrayn dev ji daxwaza endamtiya li NATOyê berde

Balyozê Ukraynê li Brîtanyayê ragihand, eger pêşî lê qewimîna şêrr were girtin, renge Kiyêv dev ji dxawaza endamtiya li NATOyê berde.

Nîgeraniyeke ewlehiyê ya Rûsiyê ku bûye sebeba hişyarkirinên vî welatî û qeyrana niha pêk aniye, tevlîbûna Ukraynê ya NATOyê ye ku dikare gefekê ji bo Rûsiyê li sînorên wê pêk bîne.

Bi tevlîbûna Ukraynê li NATOyê, ev welat li cînartiya Rûsiyê dê bibe mazûvana mûşek û hêzên çekdar ên NATOyê.

Vadîm Prîstayko balyozê Ukraynê li Londonê roja Yekşemiyê di hevpeyivîna bi BBCyê ra destnîşan kir ku eger pêşî li qewimîna şêrr di gel Rûsiyê were girtin, Kiyêv renge bi tu awayê tev li NATOyê nebe.

Serepeyv