Çile 26, 2022 12:10 Asia/Tehran
  •  Afrîqa: Li Burkina Fasoyê eskeran dest danî ser rêveberiyê

Li Burkina Fasoyê komeke eskeran dest danî ser rêveberiyê.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Piştî tevgera eskerî ya ku duh dest pê kir, komeke eskeran di têlevîzyona dewletê RTByê da danezana derbeyê xwendin.

Danezan li ser navê koma ku ji xwe ra dibêjin "Ji bo Xilasî û Restorasyonê Tevgera Welatparêz (MPSR)" ji hêla Yuzbaşi Kader Ouedraogo hat xwendin.

Ouedraogo diyar kir, desthelata Serokomar Roch Christian Kabore hat hilweşandin, serokê MPSRyê jî Yarbay Paul-Henri Sandaogo Damiba ye.

Yuzbaşi Ouedraogo her wiha destnîşan kir, destûr hat cemidandin, hikûmet û meclis hatin fesxkirin, ji nîvê şevê pê va sînorên bejayî û asîmanî heta emrekî duyemîn hatin girtin, heta emrekî duyemîn ji 21.00an heta 05.00an derketina derva hat qedexekirin.

Serepeyv