Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku çekan ji Ukraynayê re rêkin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331544-amerîkayê_destûr_da_dewletên_baltîk_ku_çekan_ji_ukraynayê_re_rêkin
Çavkaniyan eşkere kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku moşekên amerîkî û çekên din bişînin Ukraynayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2022 18:34 Asia/Tehran
  • Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku çekan ji Ukraynayê re rêkin

Çavkaniyan eşkere kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku moşekên amerîkî û çekên din bişînin Ukraynayê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da Lîtvanya, Letonya û Estonyayê ku moşekên amerîkî û çekên din ji Ukraynayê re bişînin. Li gorî pêşbiniyên Joe Biden dibe Rûsya destwerdana Ukraynayê bike.

Li gorî çavkaniyan, Estonya dê moşekên dijtankan Javelin û Lîtvanya moşekên Stinger ji Ukraynayê re rêkin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got Biden di Kanûnê de biryara şandina 200 milyon dolar wek alîkariyeke ewlehiyê û 60 milyar dolar ji cebilxaneya Amerîkayê ji Ukraynayê re erê kir.