Çile 20, 2022 22:04 Asia/Tehran
  • Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku çekan ji Ukraynayê re rêkin

Çavkaniyan eşkere kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da dewletên Baltîk ku moşekên amerîkî û çekên din bişînin Ukraynayê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên agahdar, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr da Lîtvanya, Letonya û Estonyayê ku moşekên amerîkî û çekên din ji Ukraynayê re bişînin. Li gorî pêşbiniyên Joe Biden dibe Rûsya destwerdana Ukraynayê bike.

Li gorî çavkaniyan, Estonya dê moşekên dijtankan Javelin û Lîtvanya moşekên Stinger ji Ukraynayê re rêkin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got Biden di Kanûnê de biryara şandina 200 milyon dolar wek alîkariyeke ewlehiyê û 60 milyar dolar ji cebilxaneya Amerîkayê ji Ukraynayê re erê kir.

Serepeyv