Ermenistan qedexeya li ser kelûpelên Tirkiyê radike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331074-ermenistan_qedexeya_li_ser_kelûpelên_tirkiyê_radike
Ermenistanê biryar da qedexeya hawirdekirina li ser kelûpelên Tirkiyê rake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2021 12:49 Asia/Tehran
  • Ermenistan qedexeya li ser kelûpelên Tirkiyê radike

Ermenistanê biryar da qedexeya hawirdekirina li ser kelûpelên Tirkiyê rake.

Piştî Tirkiye û Ermenistan, ji bo başkirina peywendiyên dualî nûnerên xwe yên taybet diyar kirin, her du aliyan pêngavên nû avêtin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berî çar rojan gotibû: “Dê nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenistanê li Moskowê bicivin.”

Piştî daxuyaniya Çavuşoglu Wezareta Aborî ya Ermenistanê ragihand, qedexeya hawirdekirina kelûpelên Tirkiyê ku piştî Şerê Qerebaxê û piştgiriya Tirkiyê ji Komara Azerbaycanê di vî şerî de destpê kiribû ji 1ê Çileya 2022an ve hat rakirin. Wezareta Aborî ya Ermenistanê got: “Biryara gemaroya hawirdeya kelûpelên Tirkiyê nayê dirêjkirin.”

Ermenistanê piştî Şerê Nogorno-Qerebaxê, 1ê Çileya 2021ê li dijî kelûpelên Tirkiyê biryara qedexeyê dabû.