Kanûn 24, 2021 18:41 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Ukrayna û çekdarên alîgirên Rûsyayê hewl didin agirbestê aktîf bikin

Waşîngtonê hewldana Ukrayna û çekdarên alîgirên Rûsyayê ya ji bo aktîfkirina agirbestê li rojhilatê Ukraynayê bi erênî nirxand.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir û tê de got: “Amerîka ragihandina Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê ya têkildarî hewldana hêzên hikumeta Ukraynayê û hêzên çekdar ên alîgirên Rûsyayê ku agirbestê li rojhilatê welêt aktîf bikin, bi erênî dinirxîne.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê herwiha diyar kir: “Em hêvî dikin ku piştî vê gavê, li ser asta dîplomatîk xebat bên meşandin ku nakokiyên herêmî bi dawî bibin û ji bo nîqaşê şert û mercên guncawtir peyda bibin.”

Rayedarekî Koşka Spî jî ragihand ku Amerîka amade ye bi Rûsyayê dest bi diyalogeke dîplomatîk bike, lê divê hinek şert pêk werin.

Serepeyv