Civîna G20'ê dest pê kir; Joe Biden li qiraxê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329726-civîna_g20'ê_dest_pê_kir_joe_biden_li_qiraxê_ye
Di merasima vekirina civîna G20'ê li Romaya paytexta Îtalyayê, serok û rayedarên welatan wêneya bîranînê kişandin û serokomarê Amerîkayê di nuqteya herî qiraxê ya vê wêneyê da cih girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2021 12:12 Asia/Tehran
  • Civîna G20'ê dest pê kir; Joe Biden li qiraxê ye

Di merasima vekirina civîna G20'ê li Romaya paytexta Îtalyayê, serok û rayedarên welatan wêneya bîranînê kişandin û serokomarê Amerîkayê di nuqteya herî qiraxê ya vê wêneyê da cih girt.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Civîna durojî ya Koma 20ê (G20) li Romaya paytexta Îtalyayê demek beriya niha li gorî dema xwecihî dest pê kir.

Di merasima kişandina wêneya bîranînê da, cihê rawestana serokên welatên endamê vê komê bi awayekî bû ku Joe Biden serokomarê Amerîkayê di qiraxa wêneyê da cih girt.

Rêberên 20 welatên hêzxurt ên aborî yên cîhanê li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê civiyane da ku derbarê alûgorên keşûhewayê û pandemiya Koronayê wek du qeyranên girîng li kêleka guhertinên din ên navneteweyî bişêwirin.