DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li ser mizgefta şîeyan li Efxanistanê hilda ser xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329310-daiŞê_berpirsiyariya_êrîşa_li_ser_mizgefta_şîeyan_li_efxanistanê_hilda_ser_xwe
Koma terorîst a DAIŞê îniyê bi şev bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa terorîstî li ser mizzgefta şîeyan li parêzgeha Qondûza Efxanistanê girte ser xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2021 06:10 Asia/Tehran
  • DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li ser mizgefta şîeyan li Efxanistanê hilda ser xwe

Koma terorîst a DAIŞê îniyê bi şev bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa terorîstî li ser mizzgefta şîeyan li parêzgeha Qondûza Efxanistanê girte ser xwe.

Li gorî rapora IRNAyê, xwekujekî nîvroya îniyê xwe li nav nimêjkaran li mizgefta Seyid Abadê li navçeya Xan Abada parêzgeha Qondûzê teqand.

Di enccama vê teqînê da herî kêm 50 nimêjkar şehîd û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Seîd Xetîbzade berdevkê Wezareta derve ya Îranê êvara Îniyê tevî şermezarkirina vê êrîşa terorîstî destnîşan kir: Kiryarên terorîstî di her şiklekî da û ji aliyê her kesî va şermezarkirî ye.