Rayedarê ermenistanî: Di serê Ilham Eliyêv da hizrên faşîstî derbas dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329232-rayedarê_ermenistanî_di_serê_ilham_eliyêv_da_hizrên_faşîstî_derbas_dibin
Rayedarekî mafên mirovan ê Ermenistanê tevî rexneya tund ji Serokê Komara Azerbaycanê got: Bakû bi siyaseteke taybet hewil dide ku welartiyên xwe di nava tirsê da ragire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2021 15:36 Asia/Tehran
  • Rayedarê ermenistanî: Di serê Ilham Eliyêv da hizrên faşîstî derbas dibin

Rayedarekî mafên mirovan ê Ermenistanê tevî rexneya tund ji Serokê Komara Azerbaycanê got: Bakû bi siyaseteke taybet hewil dide ku welartiyên xwe di nava tirsê da ragire.

Li gorî rapora Fars Newsê, Tatûyan got: "Rewşa Azerbaycanê bi awayekî ye ku kuştin an işkencekirina ermenistaniyekî li vî welatî ne tenê diyardeyeke ne-asayî nîne, belkî ji aliyê serokên Komara Azerbaycanê va tê xelatkirin."

Berevanê nasyar ê mafên mirovan di dewamê da bal kişande ser bûyera kuştina Gorgen Margeriyan sitvanê artêşa Ermenistanê li Bodapesta Hungaryayê (Mecaristan) ji aliyê Ramîl Sefarov va ku kujer piştî vegerandina bo Komara Azerbaycanê di sala 2012an da pileya Seerleşkeriyê bi dest xist û ji aliyê dewleta Komara Azerbaycanê va wek qehremanek hat naskirin.