Civîna Lijneya Giştî ya NY`yê li New Yorkê li dar ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328961-civîna_lijneya_giştî_ya_ny_yê_li_new_yorkê_li_dar_ket
Serokên dewletan îro li New Yorkê di civîna 76`an a Lijneya Giştî ya NY`yê hatin ba hev da ku pirsgirêkên cîhanê yên wekî pandemiya Koronayê, aloziya noqaran û guhertina avhawayê nîqaş bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2021 10:40 Asia/Tehran
  •  Civîna Lijneya Giştî ya NY`yê li New Yorkê li dar ket

Serokên dewletan îro li New Yorkê di civîna 76`an a Lijneya Giştî ya NY`yê hatin ba hev da ku pirsgirêkên cîhanê yên wekî pandemiya Koronayê, aloziya noqaran û guhertina avhawayê nîqaş bikin.

Li gel nakokî û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn, vê sibê li New Yorkê civîna 76`an a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar dikeve. Sekreterê giştî Antonio Manuel Guterres hişyarî da ku Amerîka û Çîn derbasî şerekî sar dibin.

Li gel belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) ku di encamê de sala borî civîn online li dar ket, bi dehan serokên dewlet û hikumetan, rayedarên payebilind dê tev li civînê bibin.

Beriya ku serokê Amerîkayê Jeo Biden di civînê de biaxive, Guterres hişyarî têkildarî şerekî di navbera Çîn û Amerîkayê de da û got: "Berdêl çi dibe bila bibe, divê ev şerê sar pêk neyê.