Hevdemê 20 saliya damezrîna Peymana Şanghayê serokên vê rêxistinê li Tacîkistanê dicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328833-hevdemê_20_saliya_damezrîna_peymana_Şanghayê_serokên_vê_rêxistinê_li_tacîkistanê_dicivin
Serokên welatên endam a Rêxstina Peymana Ewlehiya tevayî û Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi hilketina 20 saliya damezrîna vê rêxistinê roja Pêncşemê 16 Îlonê li bajarê Duşenbê paytexta Tacîkistanê dê li dora hev bicivin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2021 07:00 Asia/Tehran
  • Hevdemê 20 saliya damezrîna Peymana Şanghayê serokên vê rêxistinê li Tacîkistanê dicivin

Serokên welatên endam a Rêxstina Peymana Ewlehiya tevayî û Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi hilketina 20 saliya damezrîna vê rêxistinê roja Pêncşemê 16 Îlonê li bajarê Duşenbê paytexta Tacîkistanê dê li dora hev bicivin.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand: Di civînê de serokên welatên endamên Rêxistina Peymana Şanghayê  dê amade bibin, di nav de Serokomarê Qazaqistanê Qasim Jamert Takayev, Serokomê Qirgizîstanê Sadir Cebbarov, Serokwezîrê Pakistanê Umran Xan û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin,dewletên çavdêr, di nav wan de serokomarê Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, wê beşdarî vê civînê bibin.

Di vê civînê de, serokên Rêxistina Hevkariya Şanghay dê têkiliyên herêmî û navneteweyî û kiryarên hevbeş ên di çarçoveya Şanghayê de nîqaş bikin da ku encamên krîza ku ji hêla koronavirus ve hatî çêkirin çareser bikin.

Destpêkirina pêvajoya endametiya tam a Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê, bernama xebatê ya din a rêberên vê saziyê ye.

Di 16ê Îlonê de, li Duşenbe, serokên Encumena Ewlekariya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf dê mijarên ewlehî û herêmî nîqaş bikin, wek rewşa Efganistanê piştî ku Talîban hat ser desthilatê li wî welatî.