Li Amerîkayê di encama êrîşekî çekdarî de 4 kes mirin
Li eyaleta Florida ya Amerîkayê leşkerekî berê yê ser bi hêzên deryayî yê Amerîkayê bi navê Bryan Riley êrîşek pêkanî û pitikek jî di nav de 4 kes kuştin û piştre jî xwe radest kir.
Li gor daxuyaniya polîsê Amerîkayê, leşkerekî berê jinek û zaroka wê ya keç a 3 mehî û 2 kesên din bi çek kuştine.
Êrîşkarê bi navê Bryan Riley ê 33 salî tê gotin ku roja yekşemê jî li Tampa ya navenda Florida di pevçûnekî de keçekî 11 salî birîndar kiriye û ew kes ji ber 7 gule lê ketine piştre hatiye emeliyat kirin.
Hat ragehandin kesê bi navê Bryan Riley ti peyvendiya wî li gel wan qurbanan tineye û berî xwe radestî polîs jî bike şer kiriye û berpirsê polîs ê navçeya Polk Grady Judd jî ji ber guleyê ku wî berdane birîndar bûye.
Hat ragehandin êrîşkar beşdarî şerên Iraq û Afganîstanê bûye û li gor çapemeniya Amerîkayê derûniya wî xirabe û dema êrîşê de jî di bin bandora madeyên hişber de bûye.