Joe Biden: "Egera êrîşeke din li ser Balafirgeha Kabulê heye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328552-joe_biden_egera_êrîşeke_din_li_ser_balafirgeha_kabulê_heye
Serokê Amerîkayê ragihand; rewşa ewlehiyê ya Balafirgeha Kabulê gelekî metirsîdar e û di 24 heta 36 saetên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorî heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2021 05:20 Asia/Tehran
  •  Joe Biden:

Serokê Amerîkayê ragihand; rewşa ewlehiyê ya Balafirgeha Kabulê gelekî metirsîdar e û di 24 heta 36 saetên pêş de îhtîmala êrîşeke din a terorî heye.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand; êrîşên li dijî DAIŞ'ê êrîşa dawî nabe û em dest ji wan bernadin û divê baca êrîşa ser Balafirgeha Kabula paytexta Efxanistanê bidin.

Ev di demekê de ye ku duh Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; li Efxanistanê 2 berpirsên pilebilind ên DAIŞê hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.

Pentagonê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Di encama êrîşên esmanî de li dijî DAIŞê, 2 berpirsên pilebilind hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin.”

Artêşa Amerîkayê piştî êrîşên li Balafirgeha Kabulê, li wîlayeta Nengerharê bi rêya firoyekên bêfirokevan dest bi operasyonê kiribû.