Li balafirgeha Kabulê şer derket; kuştî û birîndar hene
Tebax 24, 2021 05:22 Asia/Tehran
Artêşa Almanyayê ragihand ku kesên nenas li balafirgeha Kabulê êrişî hêzên ewlekariyê yên Efganistanê kirin. Di encamê de, endamekî hêzên ewlekariyê hate kuştin û sê jî birîndar bûn.
Li gorî artêşa Almanyayê ku agahî li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir, şer li deriyê bakur ê balafirgehê rû daye.
Artêşa Almanyayê anî ziman ku hêzên wan û yên Amerîkayê jî beşdarî şer bûye.
Tê gotin di encama van şer û pevçûnan çend kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Ji aliyê din ve Serokomarê Amerîkayê Joe Biden roja yekşemê 22 Tebaxê gotibû dibe ku hêzên Amerîkayê heta piştî 31`ê Îlonê jî li Efganistnaê bimînin, ku 31``ê Îlonê dema vekişîna dawiyê ya hêzên Amerîka ji Efganistanê hatibû diyarkirin.