Taliban: Em hewil didin mijara Pencşêrê bi awayekî aştiyane çareser bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328441-taliban_em_hewil_didin_mijara_pencşêrê_bi_awayekî_aştiyane_çareser_bikin
Berdevkê Koma Talibanê ragihand: Em hewil didin ku mijara Pencşêrê bi riya aştiyane çareser bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2021 08:32 Asia/Tehran
  • Taliban: Em hewil didin mijara Pencşêrê bi awayekî aştiyane çareser bikin

Berdevkê Koma Talibanê ragihand: Em hewil didin ku mijara Pencşêrê bi riya aştiyane çareser bikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Zebîhullah Mucahid, Berdevkê Koma Talibanê îro ragihand: Dijmin (hêzên Ehmed Mesûd) li nav Pencşêrê hatiye dorpêçkirin û Taliban ji alioyê parêzgeha Bedexşan, Texar û şaristana Ebderaba parêzgeha Bexlanê va li derdora Pencşêrê bi cih bîne.

Berdevkê Koma Talibanê got: Dijmin (dijber) ji şaristanên Benû, Pol Hesar û Dê Selaha Bexlanê bi tamî hatine paqijkirin.

Talibanê beriya vêya di twîtekê da ragihand ku bi sedan kes ji hêzên vê komê ber bi parêzgeha Pencşêrê va dimeşin û hegera vê yekê kontrolkirina vê parêzgehê piştî dijberiya rayedarên xwecihî jibo radestkirina aştiyane ya wê bo Talibanê ye.

Li aliyê din; Ehmed Mesûd, kurê qehremanê neteweyî yê Efxanistanê, Ehmedşah Mesûd, derbarê ketina Talibanê nav parêzgeha Pencşêrê hişyarî daye û daxwaza riyeke baştir kiriye.