Emrullah Salih: Ez teslîmî Talibanê nabim
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328408-emrullah_salih_ez_teslîmî_talibanê_nabim
Emrullah Salih alîkarê yekem ê serokomarê jikaravêtî yê Efxanistanê destnîşan kir ku ew ê teslîmî Talibanê nebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2021 19:22 Asia/Tehran
  • Emrullah Salih: Ez teslîmî Talibanê nabim

Emrullah Salih alîkarê yekem ê serokomarê jikaravêtî yê Efxanistanê destnîşan kir ku ew ê teslîmî Talibanê nebe.

Li gorî rapora ajansa Ariana Newsê, Alîkarê yekem ê Eşref Xenî yê reviyayî di peyameke bideng da ragihand ku Taliban xwedan rewatiyê nîne û desthilata ku bi zorê bi dest aniye rewa nabe û ez ê vê komê qebûl nekim.

 

Emrullah Salih her wiha got: Divê destûra gelê Efxanistanê hebe ku derbarê çarenivîs, pêşeroja welatê xwe û cûreya hikûmeta xwe biryar bide.

Wî careke din destnîşan kir ku li gorî qanûna bingehîn a Efxanistanê, aniha ew sergêrê serokomartiya vî welatî ye.