Derketina kurê Ehmedşah Mesûd ji Efxanistanê hat derewandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328327-derketina_kurê_ehmedşah_mesûd_ji_efxanistanê_hat_derewandin
Ehmed Mesûd bi xwe gotegota derketina xwe ji Efxanistanê derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Derketina kurê Ehmedşah Mesûd ji Efxanistanê hat derewandin

Ehmed Mesûd bi xwe gotegota derketina xwe ji Efxanistanê derew zanî.

Li gorî rapora ISNAyê, Ehmed Mesûd kurê Ehmedşah Mesûd qehremanê neteweyî yê gelê Efxanistanê bi weşandina vîdyoyekê tev redkirina gotegotên hilêxistî derbarê derketina xwe ji welêt, destnîşan kir ku hema wisa li Pencşîrê û li kêleka gel e.

Ehmed Mesûd got: Mixabin Facebook hema ewqas ku sûdmend e, dikare xerab jî be.

Li gorî nûçeyên weşandî, Ehmed Mesûd kurê Ehmedşah Mesûd fermandarê berê yê efxan hevrê digel çend kesên din, bi helîkoptereke leşkerî terka parêzgeha Pencşîrê li bakurê Kabulê kiriye.

Koma Talibanê di demeke kurt da kontrola parêzgehên Efxanistanê û di dawiyê da kontrola Kabulê bi dest xist.

Aniha Pencşîr tenha parêzgeha Efxanistanê ye ku neketiye bin kontrola Koma Talibanê.