Navenda parêzgeha Nengerharê ket bin destê Talibanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328273-navenda_parêzgeha_nengerharê_ket_bin_destê_talibanê
Wêneyên weşandî li torên civakî nîşan didin ku Koma Talibanê kontrola bajarê Celal Abadê, navenda parêzgeha Nengerharê li rojhilatê vî welatî jî bi dest xistiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2021 04:16 Asia/Tehran
  • Navenda parêzgeha Nengerharê ket bin destê Talibanê

Wêneyên weşandî li torên civakî nîşan didin ku Koma Talibanê kontrola bajarê Celal Abadê, navenda parêzgeha Nengerharê li rojhilatê vî welatî jî bi dest xistiye.

Li gorî rapora IRNAyê, Piştî twîta Zebîhullah Mucahid Berdevkê Koma Talibanê derbarê pêşdaçûna ber bi navenda parêzgarî û fermandetiya polîs li bajarê Celal Abada navenda parêzgeha Nengerharê, wêneyên Talibanê li ofîsa parêzgariyê hatin weşandin.

Li gorî raporan ji duh heta niha bajarên Şirneya Pektiyayê, Geerdîza Pektiyayê, Es'ed Abada Kenera, naavenda parêzgeha Lexmanê, Mezarşerîf li bakur û Faryab û sibeha îro jî Celal Abad ketin bin destê Talibanê.