Talîbanê vaksîna Koronayê li Efxanistanê qedexe kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328264-talîbanê_vaksîna_koronayê_li_efxanistanê_qedexe_kir
Koma Talîbanê proseya lêdana vaksîna Koronayê li herêma Pektiya ya li rojhilatê welat qedexe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 14, 2021 16:43 Asia/Tehran
  • Talîbanê vaksîna Koronayê li Efxanistanê qedexe kir

Koma Talîbanê proseya lêdana vaksîna Koronayê li herêma Pektiya ya li rojhilatê welat qedexe kir.

Çavkaniyên medyaya Efxanistanê ragihandin; Tevgera Talîbanê proseya lêdana vaksîna Koronayê li herêma Paktiya ya li rojhilatê welat qedexe kir.

Kanala televîzyonê ya Şimşad a Efxanistanê ji Serokê Fermangeha Tendirustiyê ya Paktiya Wîlayet Xan Ehmedzay ragihandiye; Talîbana ku hefteya borî herêmê kontrol kiribû, proseya lêdana vaksîna Koronayê li herêmê qedexe kir.

Wîlayet Xan Ehmedzay eşkere kiriye: “Beşa lêdanê li herêmê heta 3 rojan hatiye girtin û kesên serdana binkeyê kirine, hatine agahdarkirin ku vaksîn hatiye qedexekirin. Talîbanê hejmarek karmend neçar kirine ku proseyê rawestînin û vaksîna Koronayê li kesî nedin.”

Her wiha hatiye ragihandin ku koma Talîbanê şixulîna karmend û kedkarên jin qedex kiriye û ji wan re gotiye ewê divê karê malê bikin û eva ji bo jinên bî ku xerca malê û ji bo malbatên wan boye sosretiyek mezin.

Tevgera Talîbanê çend hefte ye êrîşên xwe li ser Efxanistanê zêde kirine û piraniya deverên welat kontrol kirine û sînorên ligel Îran, Tacîkistan, Tirkmenistan, Çîn û Pakistan xistine bin kontrola xwe, ligel vê jî hejmarek paytextên herêman jî dagir kirine, ku ji wan herî girîng Qendehar û Herat e.